Her ziman xweşik e. Zimanê ku ez behs dikim jî bedew e. Zimanê Kurdî. Ez
dixwazim bi zimanê xwe binivîsim û bixwînim. Iro
roja zimanê Kurdî ye. Xewna min ew bû
ku li ser tevnvîsa (blog) xwe Kurdî binivîsim. Xewna
min îro rast hat. Ez pir kêfxweş im.
Ez dikarim bi kal û hevalên xwe re bi Kurdî biaxivim. Ez tim bi dayika xwe re
bi Kurdî diaxivim. Lê ji bo min pir
zehmet bû ku ez bi Kurdî binivîsim. Min
nivîsek weha dirêj a Kurdî heta nuha ne nivîsandiye. Min dixwest ez gelek caran binivîsim, lê her gav min
berê xwe da.
Îro cejna zimanê Kurdî ye. Îro ji bo min destpêk e. Ji niha û pê de ez ê pêtir bi Kurdî binivîsim.
Carinan ez dixwazim bi Kurdî tweet
bikim, hingê ez bera xwe didim. Ez
niha bêtir amade me. Ez ê dest bi
xwendina pirtûk û gotarên bi Kurdî bikim. Ger
ez bêtir bixwînim û binivîsim dê Kurdîya min baştir bibe. Ez pê dizanim. Heke ez bêtir bixebitim dê Kurdîya
min roj bi roj baştir bibe.
Ew dibêjin zimanek mirovî ye. Ez bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî dizanim. Ez gelekî kêfxweşim ku van zimanan dizanim. Ez dixwazim bêtir bi zimanê dayika xwe fêr bibim.
Bila ez bêtir binivîsim û bixwînim.
Min dixwest ku vê dilxweşiyê bi we re parve bikim.
Ger kesek bixwaze ka em çi dinivîsin fêm
bikin, hûn dikarin ji min bipirsin an jî wergerandina google binivîsinJ
Hişyariya xwe bigirin.
Yorumlar
Yorum Gönder