Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mayıs, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Cejna Zimanê Kurdî

Her ziman xweşik e.     Zimanê  ku ez behs dikim jî bedew e.     Zimanê Kurdî.  Ez dixwazim bi zimanê xwe binivîsim û bixwînim.    Iro roja zimanê Kurdî ye. Xewna min ew bû ku li ser tevnvîsa (blog) xwe Kurdî binivîsim. Xewna min îro rast hat. Ez pir kêfxweş im. Ez dikarim bi kal û hevalên xwe re bi Kurdî biaxivim. Ez tim bi dayika xwe re bi Kurdî diaxivim. Lê ji bo min pir zehmet bû ku ez bi Kurdî binivîsim. Min nivîsek weha dirêj a Kurdî heta nuha ne nivîsandiye. Min dixwest ez gelek caran binivîsim, lê her gav min berê xwe da. Î ro cejna zimanê Kurdî ye. Î ro ji bo min destpêk e. Ji niha û pê de ez ê pêtir bi Kurdî binivîsim. Carinan ez dixwazim bi Kurdî tweet bikim, hingê ez bera xwe didim. Ez niha bêtir amade me. Ez ê dest bi xwendina pirtûk û gotarên bi Kurdî bikim. Ger ez bêtir bixwînim û binivîsim dê Kurdîya min baştir bibe. Ez pê dizanim. Heke ez bêtir bixebitim dê Kurdîya min roj bi roj baştir bibe. Ew dibêjin zimanek mirovî ye. Ez bi Kurdî, Tirkî